الوصف
Ev şeva devbixwîn
?Hîn çi ji min dixwaze
Piştî xew di çavên min de kir hesret
Û hîşt ku stêrkên li ezmanan
Li min dîdevan bin
?Ev deng çi ji min dixwaze
Ma ne dizane ku
Dilê min zinarê bêdeng e
Ku bideng be jî
!Wê wek vedenga bîrê be
?Hêvî çi ji min dixwaze
Ma ne wê ji zû de pişta xwe da min
!Û li temenê nîvqurçî nepirsî
Sîberên te çi ji min dixwazin
Û te bi xwe dilopên
?!Ava jînê tune kir
Lê tu bi xwe çi ji min dixwazî
?!Û te deriyê evînê li rûyê min girt







المراجعات
لا توجد مراجعات بعد.