5 مارس، 2026

WELATIYÊ NENAS – Helbesta W. H. AUDEN bi Kurdî

WELATIYÊ NENAS

W. H. Auden (1907 – 1973)

Wergera Micho Weis

 

Bo JS/ M378)

Ev Yadpeykerê Mermer

(Ji aliyê Hikûmetê ve hatiye damezrandin

Di Nivîsgeha Amarê da hate dîtin

,Ku li dijî wî tu giliyên fermî tinebûn

Û hemû raporên li ser reftara wî hevbîr in

,Ku, bi hesta nȗjen a gotineka kevnar, ew miqedes bû

.Ji ber ku bi her tişta ku wî kir, wî xizmeta Civaka Mezintir kir

Ji bilî Cengê da roja ku ew malnişîn bû

,Di kargehekê da xebat kir û yekcar ji xebatê nehate qewitandin

,Tenê kardêrên xwe, Fudge Motors Inc, dilxweş kir

,Hîn jî ew di nihêrînên xwe da ne beloq û ecêb bû

,Ji ber ku Sendîkaya wî rapor dide ku wî bacên xwe da

(Rapora me nîşan dide ku Sendîkaya wî rastgo bȗ)

Û karkerên me yên Civak-Psîkolojî dîtin

.Ku ew bi biraderên xwe ra bernas bû û ji vexwarinê ra bi hest bȗ

Çapemenî qayil e ku wî her roj rojnameyek kirî

.Û bertekên wî ji bo reklaman bi her awayî asayî bûn

,Rêbazên bi navê wî misoger dikin ku ew bi temamî sîgortakirî bû

.Û karta wî ya Tenduristiyê nîşan dide ku ew carekê li nexweşxaneyê bȗ lê jê sax derket

Lêkolînên Hilberîneran û Jiyana Ast-Bilind jî radighînin

Ku haya wî bi temamî ji berjewendiyên Plana Instalmentê hebû

,Û her tişta ku ji Mirovê nȗjen ra pêwist bȗ li cem wî hebû

.Kamera, û radyo, û otomobîl û sarincek

Lêkolînvanên me yên Raya Giştî dilxweş in

;Ku wî rayên rast di her demeka salê da da

.Dema ku aştî bû, ew ji bo aştiyê bû: dema ku ceng bû, ew çû

,Ew zewicî û pênc zarok li nifûsê zêde kirin

.Li ser vê yekê Eugenistên me dibêjin ku ji bo dêbavekî ji nifşa wî ew jimare rast bû

.Û mamosteyên me rapor didin ku wî yekcar destêwerdana perwerdeya zarokan nekiribû

:Gelo ew serbest bû? Ew Dilşad bû? Pirsyar gewc e

.Me yê bêguman bibihîsta, eger tiştekî çewt e

 

Yekemîn car di kovara LeWergerê (jimare 2) da hatiye belavkirin