Pêşbirka Kurteçîroka Kurdî
(Nûs Pêşbirk – 1)
Nûs House bi dilxweşî Pêşbirka Kurteçîroka Kurdî – 1 radigihîne.
Armanca pêşbirkê piştgirî û vejandina wêje û zimanê Kurdî ye.
Deriyê pêşkêşkirina kurteçîrokan ji bo hemû nivîskar û hezkiriyên wêjeyê vekirî ye,
ji hemû parçeyên Kurdistanê û diyasporayê, û bi hemû zaravayên Kurdî qebûl dide.
Û helbet pîvana bingehîn kalîteya nivîsê ye.
Xelat:
Komîteya nirxandinê ji nivîskar û rexnegirên pispor pêk dihê. Ew ê li gorî pîvanên herî bilind 3 serkeftiyên herî baş hilbijêrin:
– Asta Yekê: Mertala Pêşbirkê + çapkirin, weşandin û belavkirina berhemeka nivîskar.
– Asta Duyê: Mertala Pêşbirkê + çapkirin, weşandin û belavkirina kurteçîroka serkeftî di Antolojiya Nûs House bo Kurteçîroka Kurdî – 1 da.
– Asta Sêyê: Spasname + çapkirin, weşandin û belavkirina kurteçîroka serkeftî di Antolojiya Nûs House bo Kurteçîroka Kurdî – 1 da.
Têbînî:
Hemû berhemên balkêş dihên hilbijartin jo bo çapkirin, weşandin û belavkirinê di Antolojiya Nûs House bo Kurteçîroka Kurdî – 1 da.
Her sê kurteçîrokên serkeftî di ahengeka taybet da – di çarçoveya Nûs Festîval – 1 da – dihên xwendin û rexnekirin.
Şert û Mercên Beşdarbûnê:
- Ziman: Divê kurteçîrok bi Kurdî be (hemû zarava) bê çewtiyên rastnivîs û rêzimanî be.
- Resenîtî û Xwedîtî: Divê kurteçîrok ji aferandina beşdar be, û li ti cihekî nehatibe çapkirin – ne wek pirtûk û ne bi şêweyê elektronîk, ji bilî blog û malperên medyaya civakî yên nivîskar nehatibe weşandin, û di ti pêşbirkeka din da bi ser neket be.
- Dirêjahî: Divê kurteçîrok ji 500 bêjeyan kêmtir û ji 3000 bêjeyan zêdetir nebe.
- Temen û Zayende: Pêşbirk ji bo her temenekî, ji herdû zayendeyan e.
- Taybetmendiyên Nivîsê: Divê nivîs zelal be û bi formata Word, Tîp: Garamond, Mezinahî: 11.5 bihê şandin, li gelCVyeka wêjeyî kurt ku nav, jimareya telefonê, û e-mail’ê vedihewîne.
- Sererastkirin û Vekişîn: Piştî şandinê destûr nîne ku beşdar pêşkêşiya xwe biguhere. Û heger berhem di dema pêşbirkê da li pêşbirkeka din bi ser ket, tika yekser me agahdar bikin daku em pêşkêşiya we vekişînin.
- AI: Divê berhem li ser AI – wek ChatGPT – nehatibe aferandin.
- Mafên Çapkirinê: Tevku mafên wêjeyî yên nivîskar dimînin, lê bi şandina berhemê nivîskar mafê çapkirin û weşandina kurteçîroka serkeftî, yan hilbijartî, dide Nûs House’ê.
- Biryarên Komîteyê: Nivîskarên serkeftî demeka kurt berî Festîvalê dihên agahdarkirin, û biryara komîteya nirxandinê biryara dawî ye û bi hîç şêweyî nahê guhertin.
- Guhertina Merc û Şertan: Rêvebiriya pêşbirkê maf heye ku ji ev mercên binavkirî – heger pêwîstî hebe – biguhere. Çî guhertin – heger hebe – dê li ser rûpela Facebookê ya Nûs House’ê û malpera fermî were ragihandin.
Demên Girîng û Mekanîzma Beşdariyê:
– Destpêka Wergirtinê: 10. 09. 2026
– Dawiya Wergirtinê: 10. 10. 2026
– Ragihandina Encaman û Ahenga Xelatdayînê: Mijdar, 2026
Rêbaza pêşkêşkirinê: Pêdivî ye ku berhem bi rêya e-mail’ê ra bihê şandin.
E-mail: nus.pub.house@gmail.com
Ji bo Pirsan: WhatsApp : +31687008220
Serkeftin ji bo hemû aferîneran, em bi kelecaneka mezin li benda xwendina berhemên we ne.