الوصف
Weke encamê; civaka Kurdistanê, di dîroka xwe de, jiyana xwe bi sewaldariyê, bi cotkarî û çandiniyê berdewam kiriye. Ji bo ku van kar û xebatên xwe bikarîbe berdewam bike, bi avakirina xanî û gundan, xwe bi cîh kiriye. Di pêvajoya dîroka xwe de, ev gundên xwe wergerandine bajaran û erdnîgariya ku xwe lê bi cîh kiribû jî, ji xwe re wergerandiye welatekî. Pêwiste neyê jibîrkirin ku, ev çand û kevneşopiyên civaka Kurdistan, bi keda jin û dayîkan, bi keda bav û kalan û bi keda hemû etnîk û gelên ku li ser erdnîgariya Kurdistanê jiyankirine û hina jî li ser vê axê jiyandikin, hatiye afirandin. Bi parastin û pêşxistina vê çand û kevneşopiyên hemû etnîk, bawerî û gelên civaka Kurdistanê; em ê bikarîbin civak û neteweyeke pirçandî, aştîxwaz û demokratîk bi afirînin


المراجعات
لا توجد مراجعات بعد.